Şaredariyê li esnafan maske û lepik bela kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li esnafan maske û lepik bela kirin.

Şaredariyê li esnafan maske û lepik bela kir

Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, tevdîrên ku biryara wan di çarçoveya xebatên têkoşîna Kovîd-19ê da hatine dayîn, bi baldarî tên sepandin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyê li tevahiya bajêr li firin, loqinte û marketan kontrolên xwe kirin.

Ekîban li esnafan maske û lepik bela kir, ji bo ku guh bidin tevdîrên Kovîd-19ê hişyarî da wan.

Esnaf jî kêfxweş bûn û spasiya xebatkarên şaredariyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE