Şaredariya Altindağê ala li gel belav kirin

Şaredariya Altindağa Ankarayê ji bo piştgiriya operasyonê ala li gel belav kirin...

Şaredariya Altindağê ala li gel belav kirin

Ji bo operasyona arteşa Tirkiyê ji çar aliyê Tirkiyê piştgirî tê. Esnaf û gelên enqereyî jî bi alayên tirkiyê piştgiriya xwe anîn ziman…

Operasyona Kaniya aştiyê ya serkeftî bênavber dewam dike..

Esnaf û gelê Enqerê jî ji bo operasyonê piştgiriyên xwe anîn ziman.

Şaredariya Altindağa Enqereyê ji bo piştgiriyê bide operasyonê li qada ulusê alayên Tirkiyê belav kirin.

Şaredarê Altindağê Asim Balci bi destê xwe ala belav kirin û got; 82 milyon li pişt arteşa me ye.

Şaredarê Altindağê Asim Balci: Em îro li vir ji bo piştgiriyê bidin operasyona kaniya aştiyê kom bûn û me alayên Tirkiyê belavî esnaf û gelê me kirin. Em dibînin zarok, ciwan, jin 82 milyon li pişt arteşa me ye. Em yek in û bi hev re ne. Heta ku em yek bin û bi hevre bin tu meseleya ku em safî nekin tune.

Esnaf û gelê Enqerê ji belavkirina alayan gelekî kêf xweş bûn û ji bo arteş a Tirkiyê piştgiriya xwe anîn ziman.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE