Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê 55 hewzên avdanê çêbike

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewariyê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li gom û gundan dewam dike li 55 deveran dest bi çêkirina hewzên avê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê 55 hewzên avdanê çêbike

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo piştevaniya cotkaran li 45 taxan 55 hewzên avdanê ava çêdike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewariyê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li gom û gundan dewam dike li 55 deveran dest bi çêkirina hewzên avê kir.

Ekîbên şaredariyê li 45 taxên ser navçeyên Çermîk, Çunguş, Dîcle, Hanî, Pasûr û Licê ne cihên wê hewz lê bên avakirin tespît kiribûn û ew deverên hatin tespîtkirin ku welatiyan berê bi derfetên xwe li wan deran lîç çêkiribûn lê ji ber derzan av diçû. Şaredarî niha wê wan lîçan temîr bike û di şûna wan da hewzan çêbike.

Di çarçoveya piştevaniya cotkaran da şaredarî xebatên xwe yên li gom û gundan didomîne û dixwaze xêr û berên li herêmê zêdetir bibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE