Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê bi 6 zimanî kursê veke

Bi zaravayên Kurmancî û Zazakî û zimanên Osmanî, Farisî, Erebî û Suryankî perwerdeya zimanê wê meha pêş dest pê bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê bi 6 zimanî kursê veke

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û bi zimanê Osmanî, Farisî, Erebî û Suryankî perwerdeya ziman bide.

Şaredariya Bajarê Mezin wê li "Atolyeya Zimanên Medeniyetê" da kursan bide û digel hînbûna van zimanan, ji bo pêşxistinê fealiyetên hînkirinê, civakî û çandî jî wê werin lidarxistin.

"Divê em Kurdiya ku zimanê Melayê Cizîrî ye hîn bibin"

Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî Alî Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di atolyeya "Zimanên Medeniyetê" da armanca wan ew e ku bi zimanên weke dewlemend dibînin va têkiliyên çandî xurt bikin.

Çelîk diyar kir, nêzî 2 meh û nîvî ye ew li ser vê projeyê dixebitin ku têxin rewacê û daxuyand ku wan ji bo materyalên dersa Kurmancî, Zazakî û Suryankî bi zanîngehên cuda cuda û Wezareta Perwerdeya Neteweyî ra ketin têkiliyê û wan li ser xebatên van zimanan lêkolîn kir.

Çelîk ji bo naskirina medeniyeta rojava çawa ku Îngilizî û Frensî tê fêrkirin, ji bo naskirina medeniyetên vî welatî jî divê merib Kurdî û Erebî hîn bibe, berhemên van zimanan bixwîne û fêr bibe.

Çelîk bal kişand ku kursên ku vedibin, ne tenê ji bo merivên vê erdnîgariyê ne, ji bo xwendekarên zanîngehê û akademîsyenan e jî û wiha dewam kir: "Fuzuliyê ku bi Erebî, Farisî û Tirkî berhem nivîsîne çawa ku ferdekî vê medeniyetê be, Melayê Cizîriyê ku bi Kurdî berhem nivîsiye jî ferdekî vê medeniyetê ye. Ji bo fêmkirina vê medeniyetê xwendina Fuzulî çi qas hewce be, xwendin û tedqîqa Melayê Cizîrî jî ew qas hewce dike. Ji bo vê jî divê em Kurdiya ku zimanê Melayê Cizîrî ye hîn bibin."

"Armanca me ya sereke ew e ku bi van zimanana berhemên nû werin nivîsîn"

"Ehmedê Xanî di helbesta xwe ya ku zimanê bi Erebî, Tirkî, Kurdî û Farisî nivîsîye da û jê yên wisa ra dibêin mulemma dewlemendiya van ziman nîşan daye. Em wisa difikirin ku îro jî mimkune berhemên wisa derkevin meydanê û em xwedî wê fikrê ne ku ev berhem dewlemendiya vê şaristaniyê ne. Armanca me ya sereke ya vekirina van qursan van zimanan bidin hînkirin nîne, em dixwazin bi van zimanan bila berhemên çandî û hunerî ji nû va bên nivîsîn û li hemû civakê belav bibin û em jî bo vê hewl didin."

"Der barê Suryankî da cara ewile ku em xebateke wiha dimeşînin"

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî Azîz Altunboga destnîşan kir ku ew qeydan awayek înformatîk ji ser înternetê hildin.

Altunboga diyar kir ku ew ê qursên didin wê di 5ê Adarê da dest pê bike û li gor rê û rêzikên paqijî û mesafeya civakî polan amade kirin, herî zêde 10 kesî wê hildin polekî û heke serlêdan zêde be jî wê polên nû yên amadekirî ne vekin û wiha domand: "Di hemeya pêş me da em dixwazin ku xebatên me ji alî xebatên akademîk va pêş bikeve. Em ê der barê Siryanîkiya ku li herêmê zimanekî qedîm û kevnare da cara ewile xebatekî bikin. Ji bo Zazakî jî em ê xebatên xwe bikin."

 "Siryanî wê bi vê xebatê kêfxweş bibin"

Wekîlê Weqfa Dêra Dayîka Meryem a Diyarbekirê Salîba Açîşê ku wê li qursan perwerdehiya Siryankî bide got ku ji miletên herî kevn ên li Mezopotamyayê ne yek jê Siryanî ne û ew xwedî zimanekî kevnar in û ji ber vekirina vê qursê jî gelek kêfxweş bûn.

Di berdewamiya axaftina xwe da Açîş got: "Em gelek kêfxweş bûn. Ez ji Birêz Waliyê xwe ra ji ber eleqedarbûn û xesasiyeta wî gelek spas dikim. Înşeallah ji niha pê va jî ev yek dewam bike. Ev yek ji bo nasandina Diyarbekira me jî wê gelek bi kêr bê. Ez wisa bawer dikim ku hemû Siryaniyên li rûyê dinyê ne wê bi vê qursê gelek kêfxweş bibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE