Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê Cejna Paskalyayê ya miletê Siryanî pîroz kir

Li gor daxuyaniya ku şaredariyê da bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar Mahmut Demirtaş va ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di çarçoveya tewdîrên Kovîd-19ê da çûn serdana welatiyên Siryanî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê Cejna Paskalyayê ya miletê Siryanî pîroz kir

 Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê Cejna Paskalyayê ya welatiyên Siryanî yên li bajêr dijîn, pîroz kir.

Li gor daxuyaniya ku şaredariyê da bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar Mahmut Demirtaş va ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di çarçoveya tewdîrên Kovîd-19ê da çûn serdana welatiyên Siryanî.

Di çarçoveya serdana Cejna Paskalyayê da ekîbên ku çûn serdana welatiyên Siryanî silavên Walî Demirtaş ji wan ra gotin û hin diyarî dan wan.

Di daxuyaniyê da gotinên Walî Demirtaş jî hatin parvekirin û wî got ku ew li Mardîna gelek reng û olan di nav xwe da dihewîne di rojên pîroz û bimbarek da li cem welatiyên xwe ne û wiha pê da çû: "Wek şaredarî me xwest ku di vê roja wan a pîroz da em li cem wan bin."

Siryani yên niştecihên Mardînê jî ji Walî Demirtaş û xebatkarên şaredariyê ra spas kirinAA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE