Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Kurdî qurs vekir

"Di qursê da ji bo kesên qet nizanin, yên hinekî zanin û yên dixwazin çêtir hîn bibin ders tên dayîn."

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Kurdî qurs vekir

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kir, qursa zimanê Kurdî hat vekirin.

Di daxuyaniya şaredariyê weşand da hat gotin ku di çarçoveya pîşe hînkirinê da li Navenda Çandê ya Taxa Hecîbekirê di bin banê Daîreya Karên Çandî û Civakî da qursa Kurdî vebû.

Hat gotin ku welatî eleqeyê nîşanî zimanê Kurdî didin.

Dersên Kurdî ji alî mamoste Yusuf Başargan hefteyê 5 rojan tê dayîn û ew him ziman û him jî rê û rêgezan hînî beşdarbûyiyan dike.

Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî Nurî Bekîroglu diyar kir ku wan îsal nêzî 200 qursî îlan weşandin û eleqeya li ser hemû qursan zêde bû.

Di berdewamiya axaftina xwe da Bekiroglu ragihand ku di nav wan qursan da ya herî zêde rastî eleqeyê hat yek jî qursa zimanê Kurdî bû û wiha domand: "Di qursê da ji bo kesên qet nizanin, yên hinekî zanin û yên dixwazin çêtir hîn bibin ders tên dayîn. Ji roja me qursê vekir heya îro tiştên xweş tên gotin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE