Şaredariya Bidlîsê her roj fitarê dide hezar û 500 kesî

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di konê ku li Gokmeydanê hat vegirtin da her roj hezar û 500 kes fitara xwe vedike.

Şaredariya Bidlîsê her roj fitarê dide hezar û 500 kesî

Hat ragihandin, di konê ku bi destê Şaredariya Bidlîsê hat vegirtin da her roj fitarê didin hezar û 500 kesî.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di konê ku li Gokmeydanê hat vegirtin da her roj hezar û 500 kes fitara xwe vedike.

Şaredar Nesrullah Tanglay ku di daxuyaniyê da cih dan nêrînên wî, diyar kir ku ji bo kesên astengdar û kal û pîrên ku nikarin werin konê fitarê, ew bi usûla karavanyê xwarin û xurekê germ dişînin malan.

Tanglay destnîşan kir ku di konê fitarê yê ku ji aliyê wan va hat vegirtin da rojê dê ji bo hezar û 500 kesî xwarin were derxistin û wiha dewam kir:

"Meha remezanê ji bo alema Îslamê gelekî girîng e. Ji bo ku wekî şahî derbas bibe, me çalakiyeke bi vî rengî li dar xist. Înşelah em wer difikirin ku em vê yekê bikin kevneşopî. Hema pey fitarê çalakiyên me dest pê dikin. Bi çalakiyên wekî xwendina îlahiyan, tîlaweta Qur'anê, şano û semazenê va em ê di xizmeta gelê xwe da bin. Em gazî hemû hemşehriyên xwe dikin ku ligel malbatên xwe werin konê me yê fitarê."

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE