Ji ber ku hevberdan zêde dibin, projeyeke perwerdeyê hat lidarxistin
Her sal rêjeya jin û mêrên ku hevdu berdidin zêde dibe. Şaredariya Gûrpinara Wanê ji bo giringiya ku dide malbatê ji bo kesên zewicî û ciwanên ku dê bizewicin kursek vekir. Di kursê de zewac çiye û ji bo xira nebe divê em çi bikin hat vegotin. Di dawiya kursê de şaredariyê diyarî jî dan hin beşdaran.
Havîn e û heyama dawetan dest pê kir…
Li aliyekî şahî hene, lê li aliyekî jî gelek jin û mêr hevdu berdidin.
Şaredariya Gûrpinara Wanê ji bo giringiya ku dide malbatê bi taybetî ji bo keç û xortên wê bizewicin kursek da.
Ciwanên ku wê îsal bizewicin jî di nav wan de 90 beşdaran 14 rojan perwerde dît.
Di dawiya kursê de şaredariyê sarinc, makîneyên cilşûştinê, firin û firaqên xwarinê diyariyê hinekan kirin.