Şaredariya Midyadê dest bi çêkirina kompleksa sporê kir

Ji bo Midyatê komplekseke mezin a sporê tê çêkirin

Şaredariya Midyadê dest bi çêkirina kompleksa sporê kir

Şaredariya Midyada Mêrdînê ji bo bajêr komplekseke mezin a sporê çêdike. Înşaata kompleksê li ser 47 donim erazî ye û nêzî 30 milyon lîre wê lê kompleksê were xerckirin.

Şaredariya Midyada Mêrdînê dest bi çêkirina kompleksa sporê kir.

Ji bo 7 saliyan heta 70 saliyan her cure qadên sporê wê li vir hebin.

Ji qadên basketbolê heta yên fûtbolê, ji fîtnisê heta platesê, ji bo welatiyan cur bi cur qadên sporê wê werin çêkirin.

Li kompleksê ji bo avjeniyê hewzên sergirtî û vekirî yên nîv-olîmpîk jî wê hebin.

Ev kompleks li taxa Bahçelievlerê tê çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE