Şaredariya Mêrdînê ji bo zarokan 242 qadê listîkê ava kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li taxên cuda ji bo zarokan 242 qadê listîkê ava kirin

Şaredariya Mêrdînê ji bo zarokan 242 qadê listîkê ava kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo zarokên ku li taxên çolterê dijîn 242 qadê listîkê ava kirin.

Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku bi slogana "Eger zarok bikene bajar jî wê bikene" dabûn dest pê kirin didomin. Şaredariyê di encama xebatan de heta niha ji bo zarokan 242 qadên listîkê ava kirin.

Wekîlê Serokê Şaredariya Mezin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman got ku xebatên wan yên bona zarokan bênavber dewam dikin û wiha axivî:

"Armanca me ew e ku em ji zarokên xwe re jiyaneke baştir ava bikin. Em li gor daxwaza taxan xizmetê didin. Di vê çarçoveyê de me heta niha gelek rê, malên serxweşiyê û malên jiyana civakî çêkirin. Li taxan bo me ya herî girîng daxwaza zarokan bû. Em herî zêde bona wan xebîtîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE