Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê 145 karker ji kar derxistin

Li Diyarbekirê Şaredariya Sûrê ya HDPyî peymana xebatê ya 145 karkeran betal kir

Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê 145 karker ji kar derxistin

Li Diyarbekirê Şaredariya Sûrê ya HDPyî peymana xebatê ya 145 karkeran betal kir.

Karkerên li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn jikarderxistina piştî 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê protesto kirin.

Mizgîn Kaçara karker di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 145 kesên di 3yê nîsanê da dest bi kar kirin bi destê şaredariya îdia dike ku mafên karkeran diparêze ji kar hatin derxistin.

Kaçarê got der heqê sedema jikarderxistinê da agahiya wan tune û wiha axivî: "Em li benda Şaredariyê ne ku daxuyaniyekê bide. Hemû hevalên li vê derê zewicî ne, zarokên wan hene. Em rêzê nîşanî rêveberiyê didin, em dixwazin ku ew jî rêzê nîşanî me bidin."

- "Bi tenê derdê me ew e ku nan bibin mala xwe"

Îlyas Hocaoglu diyar kir ku wekî ajokar li şaredariyê dest bi wezîfe kir, di dema xebata xwe da jî karê xwe kir.

Hocaoglu got ber destê sibê dema hatin kar bihîstin ku ji kar hatine derxistin û wiha pê da çû: "Bi tenê derdê me ew e ku nan bibin mala xwe. Ji bo ku me ji kar derxin tu sedemek tune. 3 roj maye ji Remezanê ra û me ji kar derixin. Mala min kirê ye, 2 zarokên min xwendekar in. Tu hincetek rayê me nedan."

Şîlan Alabaşê destnîşan kir ku wekî endezyara ziraetê li şaredariyê dixebitî û wiha axivî: "Rêveberiya ku di 1ê Gulanê da qala maf, ked û azadiyê dikir piştî rojê em ji kar derxistin. Tê îdiakirin ku piştî mazbete hildan bi hinceta bi rêyên îlegal dest bi kar kirine em ji kar derxistin. Lewra ji vir 3 meh berê biryar hatibû dayîn ku merivan hildin kar. Em kar û mafên xwe dixwazin. Di nav me da hevalên astengdar jî hene. Em mexdûr in."

Ahmet Demir got beriya hilbijartinê milaqat hat kirin û ew hildan kar, biryara derxistina ji kar neheqî ye.

Ahmet Sapmaz diyar kir ku di 11ê adarê da wekî personelê ewlehiyê kete milaqatê û paşê jî hildan kar.

Sapmazê ku duh êvarê haya wî pê ket ji kar hatiye derxistin wiha axivî: "Em jî zarokê vê derê ne. Bêyî hincet em ji kar avêtin."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Gulan 2019, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE