Şaredariya Tunceliyê ji bo hewcedaran aşxane vekir

Şaredariya Tunceliyê ji bo feqîr û fiqareyan cara ewil aşxane vekir. Rojê ji bo hezar kesî 3 xwarinên cûda tên çêkirin û belavkirin. Bi vî awayî li dêrsimê tu kes birçî namîne.

Her roj di biroşên mezin de xwarina feqiran tê kelandin.

Şaredariya Dêrsimê ji aliyekî bajêr nû dike, ji aliyê din xwedî li feqîr û hewcedaran derdikeve.

Bi talîmata walî û cîgirşaredarê Tunceliyê Tuncay Sonel li bajêr cara yekem aşxaneyeke taybet hat vekirin.

6 Hostayên jin û mêr her roj ji bo hezar kesî 3 xwarinên cûda û bi tehm çêdikin.

Tîmin şaredariyê jî bi wesaidan li çar aliyên Dêrsimê xwarinên germ belav dikin.

“ Wali û şaredar Tuncay Sonel got, karê şaredariyê bi tenê ne paqiya bajêr e. Divê li bajarê me tu kes birçî nemîne. Ji ber vê yekê em her roj li hewcedaran xwarinê belav dikin. Em ê piştgiriyê bidin hemû kesî.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE