Şaredariya Tutakê bi projeyên xwe bajar şên kir

Problemên Tutakê yek bi yek safî dibin...

Şaredariya Tutakê bi projeyên xwe bajar şên kir

Problemên Tutakê yek bi yek safî dibin. Şaredariyên li herêmê dixebitin. Şaredariya Dutaxa Agiriyê bi projeyên modern bajar xweş kir.

 

 

Piştî qeyûm hatin tayînkirin, Şaredariyên Herêmê êdî tenê xizmeta xelkê dikin. Yek ji wan Şaredariyan jî ya Dutaxa Agiriyê ye. Dutax berî niha her tim bi mişkuleyên binesazî û peyzajê re mijûl bû. Lê piştî Qeymeqam İsa Erat hat wezîfedarkirin, reng û rûyê bajêr guherî.

 

 

Bi pêşengiya Qeymeqam İsa Erat, ewilî problema ava vexwarinê hat safîkirin. Pişt re xeta kanalîzasyonê hat danîn. Herwiha kolanên bajêr bûn kevirên parke.Cihê Bêhnvedanê yê Bayraktepeyê jî ji bo Dutaxiyan hat çêkirin. Şaredariyê, ji bo heywandarên Dutaxî, Xirbe û Mezbaxane jî ava kirin.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE