Şaredarıya Bajarê Mezin a Wanê, bi îmkanên xwe di 2 salan de 123 wesaît kirîn. Şaredarî dixwaze bı wesaîtên nû çêtir û zêdetir xizmetê welatiyan bike.
9 heb wesaîtên çandiniyê, 12 heb wesaîtên avdan û avkişandinê, 13 kamyonên bidamper, 35 makîneyên kar û 54 heb otobûsên navbajêr…
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wesaîtên ku di salên 2020 û 2021an de kirîbûn bi merasîmekê dan nasîn.
Şaredariya ku dixwaze xizmetên xwe zêdetir bike ji bona vê haziriyê dike.
Şaredariya Wanê hemû wesaît bi dahatûya xwe kirîne û ji bo wesaîtan bi tevahî 90 milyon lire pere xerc kiriye.