Şaredarên Hekarî û Geverê hatin binçavkirin

Şaredarê Hekariyê Cîhan Karaman û Şaredara Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sariyê endamê meclisa şaredariyê di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatin binçavkirin

Şaredarên Hekarî û Geverê hatin binçavkirin

Şaredarê Hekariyê Cîhan Karaman û Şaredara Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sariyê endamê meclisa şaredariyê di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê va tê meşandin serê sibê operasyon kir.

Di operasyonan de Şaredarê Hekariyê Cîhan Karaman, Şaredara Geverê Remziye Yaşar û endamê meclisa şaredariya Geverê Îrfan Sari di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatin binçavkirin.

Şaredara Geverê Remziye Yaşar li Çankayaya navçeya Enqereyê hat binçavkirin. Şikbar Yaşar piştî kar û barên wê li emniyetê qediyan wê bişînine Hekariyê.

Tîmên emniyetê li derûdorê Şaredariyên Hekarî û Geverê tebdîrên berfireh hildan. Di lêgerîna şaredariyan de gelek dokuman û melzeme hatin bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE