Şaredarîyê 150 zarok da sunetkirin

Şaredariya Bitlisê bi şahiyekê zarokên sunetkirî kêfxweş kirin

Şaredarîyê 150 zarok da sunetkirin

Şaredarîya Bidlisê 150 zarok da sunetkirin û ji bo zarokan şahî li dar xist. Di şahîyê de hecîwat û qeregoz derketin ser dikê kêfa zarokan anîn û palyaçoyan jî li zarokan pêlîstok belav kirin.

Şaredarîya Bidlîsê bi hişmendiya şaredarîya civakî 150 zarok da sunetkirin û ji bo wan çalakiyeke têr û tîje li dar xist.

Di şahîyê de Hecîwat û Qeregoz derketin ser dikê û ji bo zarok û malbatên zarokan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Herwiha palyaçoyan jî li zarokan pêlîstokên cûr bi cûr belav kirin û kêfa zarokan anîn.

Alîkarê Şaredar Îbrahîm Aslan dest nîşan kir ku wan ji bo Bidlîsiyan bernameyeke xweş amade kiriye û bi kêfxweşîya zarokan ew jî kêfxweş bûne.

Malbatên zarokan jî beşdarî bernameyê bûn û ji xizmeta şaredarîyê kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE