Sarıkamış bi kulîlkan xemilî

Li navçeyê demeke dirêj bû ku baran dibarî, lê piştî ku tavê vekir her derê kulîlk vebûn.

Sarıkamış bi kulîlkan xemilî

Li Sarıkamışa navçeya Qersê ya ku li Tirkiyeyê zivistan li wir gelekî dirêj derbas dibe, niha hewa germ bû, merg û daristan bi kulîlkan xemilîn.

Li navçeyê demeke dirêj bû ku baran dibarî, lê piştî ku tavê vekir her derê kulîlk vebûn.

Li Taxa Xençerliyê beybûn, xaşxaşk û kulîlkên rengê wan zer û heşîn in siruştê dixemilînin.

Li Newala Keklîkê ya ku ji hêla çêre û heywanên kovî va dewlemend e jî laleyên beyanî yên sor û zer dîmenên xweş derdixin holê.

Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyand li tevahiya welêt kulîlk vebûne û dema wan hêdî hêdî derbas dibe, lê Sarıkamışê kulîlk hê nû vedibin.

Çoban got zozanên bilind yên ku bilindahiya wan digihêje 2 hezar mêtroyan niha bi kulîlkên sor û zer va xwemilîne û wiha dewam kir: "Bi taybetîli devê çeman û nêzîkî wan laleyên beyanî vebûn. Ji ber ku ev li ser zinarên dûr, yên ku însan nikarin bi hêsanî bibînin digihêjin ji wan ra dibêjin laleyên beyanî. Li welatê me tenê li herêma Rojhilatê Anadoluyê belav dibe. Li welêt kêm heye, lê di vê heyamê da li Newala Keklîkê ya Saiqamîşê heye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE