Şaşiyên derbarê vîrûsa koronayê de

Pispor li ser şaşiyên ku belav bûne hişyariyan didin.

Şaşiyên derbarê vîrûsa koronayê de

Li ser medyaya civakî berbelav bûye û tê gotin ku sîr, şimaq, ava şor û vîtamîn ji vîrûsê re baş in. Pispor hişyariyê didin û dibêjin ev tişt li hemberî vîrûsê bi kêr nayên û dibe ku zêdetir zirarê bidin.

Hinek kes bi ava şor dev û pozê xwe dişon.

Hinek jî bi sîrkeyê devê xwe tev didin.

Lê pispor li ser van hişyariyê didin û dibêjin dibe ku ev xirabtir bikin.

Yek ji wan pêşniyazan vîtamîna zêde ye.

Pispor dibêjin bêyî ku hewce be û doktor nebêje tu derman û xurekên şîfa nexwin.

Li ser medyaya civakî wek şîfa herî zêde sîr û simaq tê pêşniyazkirin.

Pispor dibêjin her du xurek şîfa ne lê li hemberî vîrûsê bi kêr nayên.

Ji bo ku tesîra vîrûsê kêm bibe divê têr û têr ava were vexwarin.

Lê pêşniyaza ava şor ji serî heta binî şaş e û pispor dibêjin ava şor wê zirarê bide laşê we.

Gelek kes bawer dikin ku bi germkirina hundirê qirikê wê vîrûs bimire.

Pispor dibêjin dibe ku ew bibe sedema nexweşiyên xirabtir.

Herwiha pispor dibêjin mêş û pişû ne belavkerên koronayê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE