Di rojên dawî de meclisa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê derbarê projeyên park û mizgeftan û navên kolanan de hin biryar wergirtin.
Bi biryarên Meclisa Şaredarîyê navê kolana sehabe Îyaz Bîn Ganem hat guhertin û derbarê planên mizgeftan de guhertin hat kirin. Lê Saziyên Civakî yên Sivîl ên Îslamî ji van biryaran nerazî ne.
Welatî û sazîyên sîvîl ên Îslamî piştî nimêja înê berê xwe dan ber avahîya Şaredarîya Dîyarbekirê.
Welatiyan biryarên derbarê mizgeft û kolanan de protesto kirin û daxuyanî dan çapemenîyê.
Xwestin meclisa şaredarîyê ji van biryaran vegere û rêzê ji nirxên gel re bigire.
Piştî protestoya li ber şaredarîyê; welatî û sazîyên sivîl ji cihên daxuyaniyê belav bûn.