Seatên hatûçûna ferîbotên di navbera Tuncelî û Elezîzê de guherîn

Hat ragihandin ku seatên hereketa ferîbotên ku di navbera Perteka navçeya Tunceliyê û Elezîzê de veguhastina bar û rêvingan dikin dê 10ê sermawezê jinûve bên sererastkirin.

Seatên hatûçûna ferîbotên di navbera Tuncelî û Elezîzê de guherîn

Di daxuyaniya Şaredariya Pertekê de tekezî li wê yekê hat kirin ku seatên ferîbotên şaredariyê û yên taybet ku ji herdu aliyan veguhasitnê dikin dê biguherin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê bi rojhilat dest bi hatûçûnê bikin û wiha jî hat gotin:

"Ferîbota yekem ji îskeleya Pertekê seat 06,00an, ji Elezîzê seat 06,30î dê dest bi hatûçûnê bike. Ji herdu îskeleyan heta seat 21.00ê dê serê nîv seatê hatûçûn dewam bikin. Piştî wê seatê jî heta seat 00.00ê dê seatê carekê hatûçûn berdewam be. Piştretir şevê seat 02.00an ji îskeleya Pertekê, seat 02.30î jî ji îskeleya Elezîzê, seat 04.00ê ji Pertekê û 04.30î jî ji Elezîzê dê hatûçûn berdewam be."

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE