Sedanura 9 salî 4 roje wenda ye

Cendirme, AFAD û UMKE quncik bi quncik li keçika biçûk diğerin,

Sedanura 9 salî 4 roje wenda ye

Sedanura 9 salî 4 roj berê li gundê Pasliya Kaxizmana Qersê wenda bû. Tîmên Wezareta Tenduristiyê, AFAD û cendirme bi hemû derfetên xwe li keçika bıçûk digerin. Dayika keça biçûk ji bo dîtına keça xwe bang li hemû Turkiyê kır.

Ev zaroka çendemîn e ku ji mala xwe derkedive û nayê dîtin.

Tirkiye dîsa bi zarokeke wendabûyî dilşewat e. Herî dawî jî li gundê Pasliya Kaxizmana Qersê Sedanura 9 salî wenda bû.

Malbata Sedanur piştî ku pê hesiya keça wan nehatiye malê, ligel gundiyan li wê geriyan, lê nedîtine.

Malbatê hema ji cendirmeyê re xeber şandiye.

Tîmên Wezareta Tenduristiyê, AFAD û Cendirme ev 2 roj in li navend û derdora gund li pey şopeke keçikê ne. Lê ne xeberek heye ne jî şopek.

Dayika reben bang li kesên ku dîtine an jî xeberek jê bihîstine, dike.

par qezayek derbas kiriye. Ji ber vê yekê jî piyekî keça biçûk seqet e û çavên wê jî baş nabînin.

Malbat dibêje ji ber van nexweşiyan keça me nikare here dûr, îxtîmal e ku hatibe revandin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 11:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE