Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu ragihand 1ê Hezîranê di rêhewayê da wê seferên navwelêt dest pê bikin.
Adil Karaîsmaîloglu der barê seferên rehewayê da ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di meha Adarê da dabûn sekinandin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand 1ê Hezîranê di rêhewayê da wê seferên navwelêt dest pê bikin.
Karaîsmaîloglu got ku seferên ewil wê ji Stenbolê bo Enqere, Îzmir, Antalya û Trabzonê bên kirin, seferên li balafirgehên din jî dê li pey hevdu çêbin.
AA