Sefera Fatihê ya behra reş dest pê kir

Donmez: Di 15ê Tîrmehê de Fatih dê li Behra Reş sondaja ewil bike

Sefera Fatihê ya behra reş dest pê kir

Keştiya sondajê Fatîh piştî rojhilatê behra spî berê xwe da qada wezîfeya xwe ya nû. Keştî ji Stenbolê bi rê ket û diçe behra reş. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên sirûştî Fatih Donmez got ku fatîh wê sondaja xwe ya ewil di 15ê tîrmehê de bike. Wezîr ragihand ku xebatên sondajê yên li rojhilatê behra spî jî wê dewam bikin.

2 sal ewil ji bo sondajê hatibû şandin Rojhilatê Behra Spî.

Vê carê bi merasîmekê hat şandin Behra Reş.

Keştiya sondajê ya ewil a neteweyî û xwealî ya Tirkiyeyê Fatih, piştî ku karê xwe yê li Rojhilatê Behra Spî temam kir, berê xwe da Stenbolê.

Piştî amadehiyan, li Bendera Haydarpaşayê merasîmek hat lidarxistin.

Wezîr Donmez: "Em Fatihê, di 567emîn salvegera fetha pîroz de, vê carê ji bo sondaja ewil dişînin Behra Reş. Di 1ê Heîranê de keştî wê bigihîje Trabzonê."

Bircên 103 metre yên keştiya Fatihê ji bo ku keştî ji Tengava Stenbolê re derbas bibe hatin rakirin.

Keştî piştî ku 1ê Hezîranê bigihîje Trabzonê, bircên wê dê werin montekirin.

Paşê jî wê dest bi sondajê bike.

Wezîr Donmez: "Piştî amadehiyên mehek û nîvî, Fatih wê di 15ê Tîrmehê de li qada Tuna-1ê dest bi sondaja xwe ya ewil a li Behra Reş bike."

Tê payîn ku keştî wê piştî 15ê Tîrmehê bi hemû kapasîteya xwe bişxule.

Wezîr Donmez: "Fatih diçe Behra Reş lê bila kes nefikire ku em navberê didin faeliyetên xwe yên li Rojhilatê Behra Spî. Li wir 2 keştiyên me yên sîsmîk û 2 jî yên sondajê bi hemû kapasîteya xwe wê xebatên xwe bidomînin. Bi çûyîna Fatihê li Behra Reş kêmasiyek tê temamkirin."

Bi vî awayî li Behra Reş sondaja ewil wê were kirin.

Serok Recep Tayyip Erdogan li ser çûyîna Fatihê, li ser medyaya civakî mesajek parve kir.

Serok got "Em berjewendiyên welatê xwe ne bi tenê li ser axa welêt diparêzin. Em li ser behran jî berjewendiyên xwe diparêzin. Ez ji Xwedê ji bo keştiya me Fatihê serfirazî dixwazim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE