Sefera trênê ya Enqere-Tetwanê

Him bilêt erzantir in, him jî rêwî zehmetiyê nakişînin.

Sefera trênê ya Enqere-Tetwanê

Her ku diçe rêwî bêhtir li Ekspresa Behra Wanê siwar dibin. Trêna ku ji enqerê bi rê dikeve, di 24 seatan de digihîje Tetwana Bêdlîsê. welatî ji rêwitiya bi trênê gelekî memnun in.

Hinek ji wan cara ewil bi trênê tên Mûşê…

Hin ji wan jî bi salan e bi trênê diçin û tên...

Hejmara rêwiyên ekspresa Behra Wanê her roj zêdetir dibe.

Bilêta trênê li gorî otobus û balafirê erzantir e. Di trênê de cih û nivîn jî hene.

Bi saya vê kal û pîr jî di rêwitiya 24 seatan de pir aciz nabin.

Ji rêwitiya trênê re herî zêde jî kêfa ciwanan tê.

Ekspresa Behra Wanê di hefteyê de 2 rojan di navbera Tetwan û Enqerê de diçe û tê.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE