Sefera yekemîn a "Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk" nêzîk e

Sefera yekemîn a "Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk" ku bi destê Wezareta Veguhestin û Binesaziyê û Wezareta Çand û Turîzmê tê lidarxistin, 29ê gulanê dê bi merasima birêkirinê ku dê herdu wezîr Turan û Ersoy jî beşdar bibin va dest pê bike

Sefera yekemîn a "Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk" nêzîk e

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Cahit Turan û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy, Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku dê derkeve sefera xwe ya yekemîn, dê 29ê gulanê ji Enqereyê ber bi Qersê bi rê bikin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji AŞya Veguhestinê ya TCDDyê wergirt, Ekspresa Rojhilatê ku sefera xwe ya yekemîn di 15ê Gulana 1949an da kir, bi destê Midûriyeta Giştî ya Veguhestinê ya TCDDyê di xeta Enqere-Qersê da tê şixulandin.

Trena ku rêya hezar û 300 kîlometreyî di 25 saetan da temam dike, di dema rêwîtiyê da li 53 îstasyonan disekine.

- Armanc, zêdekirina turîzma navxweyî ye

Bi xêra xebatên ji bo ku eleqe zêde bibe, bi destê Wezareta Veguhestin û Binesaziyê tên kirin û herwiha bi xêra peyamên ku li ser medyaya civakî der heqê rêwîtiyê da tên parvekirin û hevkariyên ku digel operatorên tûran tên kirin va taleba ji bo rotaya Ekspresa Rojhilatê roj bi roj zêde dibe.

Li ser daxwaziyan û bi teşebusa Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Cahit Turan û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy, Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dê 29ê gulanm dest bi seferê bike.

Sefera yekemîn a trêna ku dê ji aliyê Turhan û Ersoy va were birêkirin, dê 29ê gulanê saet 19.55an da ji Enqereyê ber bi Qersê were kirin.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku tê lidarxistin da ku turîzma navxweyî germ bibe, dê ji Enqereyê rojên duşem-çarşem-în, ji Qersê jî rojên çarşem-în-yekşemê bişixule. Gava ji Enqereyê biçe, trên dê li Erzingan, Îlîç û Erziromê, di vegerê da jî dê li îstasyonên Divrigi û Bostankaya yên Sêwasê hinekî zêde bisekine da ku rêwî, li ciyên dîrokî û turîstîk bigerin.

- Qapasîteya trênê 120 rêwî ye

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk, 2 jê xizmet, yek jê xwaringeh, 6 jê jî ji bo razanê dê ji 9 vagonan pêk were. Herwiha qapasîteya trênê dê 120 kes be. Bi vî awayî trên dê rêya di navbera Enqere-Qersê da di 27 saetan da temam bike.

Herwiha trên dê di saet 19.55an da ji Enqereyê, di saet 23.55an da jî ji Qersê bi rê bikeve.

Bilêtên trênê ku di 14ê gulanê da derketin ber firotanê, ji bo kompartmana yekmirovê 400 lire, ji bo kompartmana dumirovê jî serê merivê 250 lire ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE