Seferên anadolujetê yên Hewlêrê

Di 21ê Adarê de seferên di navbera Gaziantep, Diyarbakir û Erbilê de dest pê dikin...

Seferên anadolujetê yên Hewlêrê

Anadolujet dest bi seferên Hewlêrê dike. Tê plankirin di navbera entab û hewlêr, diyarbekir û hewlêrê de di 21ê adarê de sefer dest pê bikin.

Rêhewayên Tirkiyê beriya salekê ji Stenbolê ber bi Bakurê İraqê ve firîn dan dest pê kirin.

Anadolujet jî niha plan dike seferên ber bi Bakurê İraqê ve bike.

Midûrê Bazarî û Firotinê yê Anadolujetê Ahmet Yildiz li Hewlêrê derbarê xebatan de agahî da: Yildiz got “Amadehî temam in û di 21ê Adarê de wê rêwî dikaribin ji Entabê an jî ji Amedê biçin Hewlêrê Hewlêrê.”

Midûrê Bazarî û Firotinê yê Anadolujetê Ahmet Yildiz: “Di navbera her du welatan de têkiliyên dîrokî û çandî hene. Ji bo seferên balafiran dest pê bikin me amadehiyên xwe qedandin. Anadolujet wê hefteyê 3 caran ji Amed û Dîlokê biçe Hewlêrê.”

Ahmet Yildiz dibêje bi saya van seferan dê aboriya her du welatan çêtir bibin.

“Di navbera seferan de wê rojek hebe. Welatî dikarin bi balafiran herin Bakurê İraqê. Em hevî dikin ev sefer têkiliyên aboriyê çêtir bikin. Ji bo herêma me xizmeteke pir girîng e.”

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE