AnadoluJeta şaxa Rêhewaya Tirk (THY) wê ji Gazîanteb û Diyarbekirê seba Hewlêra bajarê Iraqê seferên balafiran dide destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYyê hat dayîn, AnadoluJeta marqeya Rêhewaya Tirk bi seferên ku wê seba bajarê Hewlêrê bide destpêkirin va amade dibe ku devereke din a li derveyî welêt jî têxe nav tora xwe ya firînê.
Seferên Hewlêrê wê ji 21ê adarê pê va ji Gazîanteb û Diyarbekirê dest pê bikin.
- Di heftê da 3 rojan ji herdu aliyan va sefer wê werin kirin
Bilêtên seferênGazîanteb-Hewlêr-Gazîantebê û Diyarbekir-Hewlêr-Diyarbekirê ji herdu aliyan va seba destpêkê 99 dolarî tên firotin.
Der heqê kampanyayên AnadoluJetê da meriv dikar agahiyê ji nimreya "444 25 38" û navnîşana "anadolujet.com"ê hilde.