Sefera Hewlêr û Enqerê ya şîrketa Flyerbîlê dest pê kir. Ji bo Enqerê hefteyê wê 2 sefer bên kirin. Heqê bilêtan jî ji 99 dolaran dest pê dike.
Şîrketa balafiran Fly-Erbîl heta niha li Tirkiyê bi tenê dihat balafirgehên Stenbolê.
Lê şîrketê biryar da ku ji bo Enqerê jî sefera-rasterast bike.
Sefera ewil vê heftê hat kirin.
Rêwî li balafirgeha Esenboğaya Enqerê bi şêranî û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Şîrket wê di destpêkê de, rojên duşem û înê seferan bike.
Niha heqê bîletan jî ji 99 dolaran dest pê dike.