Seferên balafirê yên Sêrt û Enqereyê dest pê kirin

Balafira THYê ya ku tîpa wê Airbus A319 bû ji Enqereyê rabû li Balafirgeha Sêrtê bi merasima "tanqa avê" va hat pêşwazîkirin...

Seferên balafirê yên Sêrt û Enqereyê dest pê kirin

Rêheweya Tirkiyeyê (THY) di navbera Enqere û Sêrtê da sefer da destpêkirin.

Balafira THYê ya ku tîpa wê Airbus A319 bû ji Enqereyê rabû li Balafirgeha Sêrtê bi merasima "tanqa avê" va hat pêşwazîkirin. 

Di pêşwazîya li Sêrtê da kulîlk dan tîma balafirê ya firînê û rêwiyan. 

Parlamenterê Sêrtê yê AK Partiyê Osman Oren daxuyanî da û got ku di balafira ku sefera ewil kir da 110 rêwiyan cî girt û wiha axivî:

"Êdî seferên me yên di navbera Enqere û Sêrtê da dest pê kir. Sefer rojên duşem, çarşem û înêyê wê bên kirin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE