Seferên balafirgeha Îstanbulê

Balafir ewil sibê wê bifirin Ankara û Lefkoşayê...

Seferên balafirgeha Îstanbulê

Balafirgeha Stenbolê do bi merasîmeke mezin vebû. Seferên balafiran jî sibê dest pê dikin. Amadehiyên dawî hatin kirin. Sefera ewil Enqere, ya duduya jî Lefkoşa ye…

Bi merasîmeke mezin vebû.

Di salvegera 95. ya komarê de projeya herî mezin ya Tirkiyeyê dest bi xizmetê kir.

Balafirgeha nû roja ewil qerebalix bû.

Personelên Rêhewaya Tirk li cihê xwe bûn.

Ji bo birîna bilêtan hazirî kirin.

Ji sefera ewil re êdî hindik ma.

Ji bo sefera ewil balafireke mezin dê rabe. Kapasîteya wê 349 kes e.

Balafira diduyan jî wê di seat 17:30î de rabe û biçe Lefkoşayê.

Li balafirgeha stenbolê heta dawiya salê, rojê wê 5 balafir rabin û 5 balafir jî dakevin.

Seferên Enqere, Antalya, İzmir, Komara Tirk a Qibrisa Bakur û Azerbaycanê dê ji vê balafirgehê bên kirin.

Piştî temambûna barkirinê rojê dê 2 hezar balafir bikaribin rabin û dakevin.

Balafirên li vê derê d

Koda navnatewî ya balafirgeha İstanbulê İSL ye.

Lê piştî ku balafirgeha Atatürkê ji firînên tîcarî re bê girtin, kodnavê wê dê bibe İST.

Her wiha him bi balafirgeha Atatürkê re wê koordinasyona teknîkî bê kirin him jî bi herfên ewil ên Stenbolê, danasîna bajêr dê bê kirin.

Li bajêr çûn û hatina balafirgehê dê bi 150 otobêsî ji 18 noqteyan bê kirin.

Yên ku bi wesaîdên xwe werin balafirgehê heta dawiya salê dikarin otoparkê bê pere bikarbînin.

Tê plankirin metroya Gayrettepe-balafirgeha Stenbolê sala pêşîya me bikeve xîzmetê.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE