Ji Entab û Diyarbekirê, seferên rasterast ên ber bi hewlêrê ve dest pê kirin. Her du bajar ji bo herêmê gelek muhîm in. Bi xêra van seferên balafiran, çav li rê ne ekonomiya tirkiye û herêmê baştir bibe.
Piştî 18 mehan, seferên di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de dest pê kirin.
Seferên rasterast wê bi destê Anadolu Jetê bên kirin.
Heftiyê 3 rojan wê di navbera Diyarbakir û Hewlêrê de sefer çêbin.
Bilêtên sefera ewil bi 99 dolarî hatin firotin.
Ji ber karûbarên gumrugê, çûnûhatina di navbera Amed û Hewlêrê de bi wesayîdê 8 saet bû.
Bi destpêkirina seferên teyareyan wê êdî ev mesafe bibe 40 deqe.
Di nabeyna Entab û Hewlêrê de jî cara ewil seferên balafiran ên rasterast dest pê kirin.
Li gor ihtiyacê, di demên pêş me de dibe ku hejmara seferan bê zêdekirin.