Seferên Gazîentab û Hewlêrê dest pê dikin

AndoluJet wê di 24ê rêbendanê da di navbera Gazîentab û Hewlêrê da dest bi seferan bike

Seferên Gazîentab û Hewlêrê dest pê dikin

 AnadoluJeta marqeya serkeftî ya Rêhewaya Tirk (THY) wê di 24ê rêbendanê da di navbera Gazîentab û Hewlêrê da dest bi firînan bike.

Li gor daxuyaniya ku ji Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYyê hat dayîn, ji 24ê rêbendanê pê va ji her du aliyan va jî di hefteyê da 2 rojan (duşem û pêncşem) sefer wê werin kirin.

Balafir wê ji Balafirgeha Gazîentabê di saet 11.25an da, ji Balafirgeha Hewlêrê jî di saet 13.45an da rabin.

Li Hewlêra ku keleha wê ya meşhûr di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, dîroka wê heta 6 hezar sal beriya mîladê diçe û bi avahiyên xwe yên xweş û mîmariya xwe va her sal ji aliyê gelek turîstên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin.

Ji bo vekirinê di bilêtan da kampanya heye û bihayê bilêtan bi 99 dolarî dest pê dikin.

Rêwiyên AnadoluJetê dikarin heta 31ê adarêbilêtên xwe bikirin û dikarin heta 31ê gulanê jî bilêtên xwe biguherînin.

Ji bo agahiyên berfireh rêwî dikarin malpera înternetê ya "www.anadolujet.com"ê ziyaret bikin û di bilêtên xwe da guherînê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE