Şêwirmendê Çapemeniyê yê Turkish Airlinesê Yahya Ustun ragihand ku seferên xwe yên bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian a bajarên Çînê heta 9ê sibatê rawestandine.
Ustun di daxuyaniya xwe de wiha got, "Bi mebesta nirxandina rewşa ji ber vîrusa coronayê û pêşhatên dawîn digel otorîteyên neteweyî û navneteweyî; em seferên xwe yên bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian a bajarên Çînê heta 9ê sibatê radiwestînin. Emê di veguhastina pêşhatan de berdewam bin."