Seferên otobusan hatin sekinandin

Çûnûhatina di navbera bajaran de wê bi izna Walîtiyan bê kirin

Seferên otobusan hatin sekinandin

Ji bo vîrûsa koronayê belavtir nebe tevdîrên berfireh tên girtin. Wezareta karên navxweyî, seferên otobusan ên di navbera bajaran de rawestandin. Êdî kesên bixwazin bi otobusan biçin bajarekî din hewce ye ji walitiyê destûrê bistînin.

Ji ber vîrûsa koronayê tevdîrên berfireh tên girtin.

Piştî biryara Wezarata Karên Navxweyî, seferên otobûsên di navbera bajaran de hatin betalkirin.

Li otogara Esenlerê ya Stenbolê jî seferên otobûsan hatin sekinandin.

Li gor biryarê otobûs dê bi temamî neyên tijî kirin.

Çûnûhatina di nav bajaran de wê bi destûra Walîtiyê bê kirin.

Kesên ku bixwazin biçin jî, bê destûra walitiyê nikarin li otobûsan siwar bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE