Di navbera Diyarbekir û Batmanê de geştên trênê êdî bi wagonên nû tên kirin. Ji herdu aliyan ve rojê 4 sefer tên kirin. Welatî êdî rêwîtiyeke bikonfor û erzan dikin.
Welatiyên ku bi trênê rêwitiyê dikin ji kêfa raybûsê stranan gotin.
Bi mizgîniya Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoglu geştên trênê yên di navbera Diyarbekir û Batmanê de êdî bi vagonên nû tên kirin.
Trêna Diyarbekir û Batmanê bi piranî ji aliyê rêwiyan ji bo perwerde û kar tê bikaranîn.
Trêna ku kapasiteya wê 262 rêwî ne ji herdu aliyan rojê 4 seferan dike.
Trêna ku ji Diyarbekirê hereket kir piştî 2 saetan gihîşt Batmanê.
Rêwiyên ewil bi karanfîl û def û zirnê hatin pêşwazîkirin.