Seferên trêna bi leza zêde dest pê kirin

Sefera ewil saet di 07:00an de ji Ankarayê ber bi İstanbulê ve hat kirin

Seferên trêna bi leza zêde dest pê kirin

Piştî 2 mehan, seferên trêna bi leza zêde dest pê kirin. Sefera ewil saet di 7ê sibê de, ji enqerê ber bi stenbolê ve hat kirn. Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoğlu trên bi rê kir. Karaismailoğlu got "trênên me wê bi nîvê kapasîteya xwe bixebitin û bihayên bilêtan wê neyên zêdekirin."

Ji ber şewba vîrûsa koronayê seferên trêna bi leza zêde di 28ê Adarê de hatibûn sekinandin.

Seferan dîsa dest pê kir.

Rêwî ji bo sefera ewil a trênê li îstestyonê amade bûn.

Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoğlu ji bo trênê bi rê bike, li îstesyona Enqerê bû.

Wezîr beriya seferê bi rêwî û personelan re mijûl bû.

Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoğlu: Li trêna me ya bi kapasîteya 411 rêwiyan, 185 rêwî wê siwar bin. li trêna bi kapasîteya 483 rêwiyan jî 213 rêwî wê siwar bin. Trênên me bi nîvê kapasîteya xwe dixebitin û bihayên bilêtan wê neyên zêdekirin.

Piştî ku seferên trêna bi leza zêde dest pê kirin, li ser înternetê yan jî li gîşeyan 2 hezar bilêt hatin firotin.

Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoğlu:: Îro û pê ve, di navbera Enqere û Stenbol, Enqere û Eskişehir, Enqere û Konya, Konya û Stenbolê dê, ji bo sibe û êvarê yek sefer, serê rojê bi temamî 16 sefer wê werin kirin.

Bi tenê welatiyên xwedî "koda HES'ê" ne wê bikaribin bilêt bikirin.

Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoğlu: Kesên nîşaneyên nexweşiyê pê re hene wê li trênê siwar nebin. Di dema rêwitiyê, nîşaneyên nexweşiya koronayê bi kî re hebin wê derbasî beşa îzolasyonê ya trênê bibin. û li îstesyona ewil wê teslîmê wezîfedarên tenduristiyê bibin.

Ji bo bajarên çûnûhatina wan qedexe ye, belgeya geşt û gerê wê bê xwestin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE