Şehîdê 15ê tîrmehê hat bibîranîn

Şehidê Ercişî Halil Hamuryen li ser qebra xwe hat bibîranîn

Şehîdê 15ê tîrmehê hat bibîranîn

Ji ser hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê re 4 sal borîn. Sibê salvegera qehremaniyê ye. Di salvegerê de şehîdên şeva xayîn nehatin jibîrkirin. Li Ercişa Vanê jî şehîd Xelîl Hamuryen hat bibîranîn.

4 sal berê gelê qehreman bi pêşengên xwe li hemberî hewla derbeyê sekînî.

Di 15’ê tîrmehê de welatê xwe ji xayînan re nehiştin.

Îro bi vê serfiraziyê li çar aliyên welêt şehîdên 15ê tîrmehê têne bibîranîn.

Şehîdê Ercişê Polîsê Hêza Taybet Xelîl Hamuryen li ser gora xwe hat bibîranîn.

Malbata şehîd û ciwanên Ercişî di çaremîn salvegera şehadeta Xelîl Hamuryen de li ser gora wî bûn.

Li Ercîşê li ser navê şehîd liseyek û pirtûkxaneyek jî hatin avakirin.

Birayê mezin ê şehîd Bilal Hamuryen jî behsa hêvî û serboriyên birayê xwe kirin.

“Di 4emîn salvegera şehadeta birayê min de navê birayê me li vê dibistanê danîn. Berê di destê FETÖ’yê de bû ev der. Wan xayînan her derê welêt bi dest xistibûn. Şikir ku di 15ê Tîrmehê de ji nav me hatin paqijkirin ew xayîn. Dilê me êşiya brayê me şehîd ket, lêbelê xayîn jî ji nav me paqij bûn.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE