Şehîd Ali Gaffar Okkan di dilê Diyarbekiriyan da dijî

Diyarbekirî Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Ali Gaffar Okkan ku 19 sal berê di êrîşa çekdar da ligel 5 hevalên xwe yên mesaiyê hat şehîdkirin, ji bîr nakin.

Şehîd Ali Gaffar Okkan di dilê Diyarbekiriyan da dijî

Diyarbekirî Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Ali Gaffar Okkan ku 19 sal berê di êrîşa çekdar da ligel 5 hevalên xwe yên mesaiyê hat şehîdkirin, ji bîr nakin.

Ali Gaffar Okkan ku sala 1952yan li Hendeka Sakaryayê hat dinyayê, 30ê Îlona 1970yan ji Koleja Polêsan, 29ê Îlona 1973yan jî ji Akademiya Polêsan mezûn bû û ji bo Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê wekî alîkarê komîser hat tayînkirin, piştî ku di çend şaxên cuda da peywir anî cih, sala 1983yan li Midûriyeta Ewlekariya Rihayê dest bi wezîfeyê kir û sala 1985an jî bo midûriyeta şaxê hat terfîkirin.

Okkan herwiha sala 1986an di qadroya Midûriyeta Ewlekariya Eskişehîrê peywir wergirt û sala 1992yan li vê parêzgehê bû Alîkarê Midûrê Ewlekariyê. 6ê Berfanbara 1993yan bo Midûriyeta Ewlekariyê ya Pola 1emîn hat terfîkirin û wekî Midûrê Ewlekariya Qersê hat tayînkirin. Herwiha Okkan sala 1997an da jî dest bi peywira Midûrê Ewlekariya Diyarbekirê kir. Di vê navberê da Okkan ji Beşa Birêvabirina Qamûyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê jî mezûn bû.

Okkan 24ê Rêbendana 2001ê da gava ber bi avahiya walîtiyê diçû, dora saet 17.40an li semtê Şehîtlîkê di kemîneya li Xaçerêya Sezaî Karakoç da şehîd bû. Okkan zewicî û bavê 2 zarokan bû.

Ligel Okkan polês Mehmet Kamali, Sabri Kun, Mehmet Sepetçi, Atilla Durmuş û Selahattin Baysoy jî di êrîşa xaîn da şehîd bûbûn.

Midûrê Ewlekariyê Ali Gaffar Okkan bi xebatên xwe va kir ku xelkê Diyarbekirê jê hez bike û rêzê nîşan bide.

Polêsên jin cara ewil bi emrê wî li Diyarbekirê trafîq bi rê va birin. Ali Gaffar Okkanê ku du otomobîlên piçûk sitandin, bi rengên spî hêşîn boyax kirin û di her yekê da 2 polêsên jin peywirdar kirin.

Otomobîlekê zarokên wenda berhev kirin û radestî malbatên wan kirin, ya din jî kal û pîrên ku di meşê da zehmetî dikişandin, dibir malên wan.

Alîkariya malbatên feqîr kir

Okkan di dema wezîfeya xwe da aramiya bajêr zêde kir, ji heval û xêrxazan pere berhev kir û pê alîkariya malbatên feqîr û xwendekaran kir.

Alî Gaffar Okkan li bajêr ji mezinan bigre heta biçûkan bi her kesî ra têkiliyeke xweş danî û di dilê gelê Diyarbekirê da cihekî baş girt.

Şev bi cil û bergên sivîl li xwe kirin û çû ziyareta esnafan, hin caran jî nimareya xwe ya telefonê da welatiyan. Car caran jî bi wesayîta xwe ya meqamê va kal û pîran bir malên wan.

Ji ber van tevgerên wî gelê Diyarbekirê gelek caran çûn meqama wî û ew ziyaret kirin.

Hewl da ku zarok bi werzişê ra eleqedar bibin

Ji bo zarokên li kuçe û kolanan dixebitin jî Okkan piştgirî da malbatên wan û hewl da ku ew bixwînin.

Ji bo ew ji rêxistinên terorê û hişbirê dûr bisekinin Okkan hewl da ku ciwan werzişê bikin û ji ber vê alîkarî da klubên werzîşê.

Ji ber avêtina golan bi gel ra şabû

Alî Gaffar Okkan ji bo ku Diyarbekirspor derkeve Lîga 1emîn (Lîga Super) wek rêvebirê klubê xebitî.

Di pêşbirkan da ji deriyê ku derdikeve qadê pêşbirk temaşe kirin, dema gol hatin avêtin ew jî kêfxweş bû û alîgirên tîmê ji ber vê şabûna wî ew zêdetir hez kirin.

Alîgirên Diyarbekirsporê beriya pêşbirkan hezkirina xwe nîşanî wî dan, wî jî li her derê behsa hezkirina xwe ya Diyarbekirê û Diyarbekirsporê kir.

Ji ber van tevger û alîkariyên wî rêvebiriya klubê ew wek "serokê rûmetê" îlan kir.

Navê wî dan 142 zarokan

Gelê Diyarbekirê ji bo hezkirina Okkan navê wî dan zarokên nû hatin dinyayê û bi vî awayî bîranîna wî xwedî derdikevin.

Li bajêr 142 zarok xwedî navê "Alî Gaffar" in, ji wan hinek diçin li ser gora wî ya li Sakaryayê û wî li wir wî bi bîr tînin.

 "Bila Diyarbekirspor bibe şampiyon û em dotira rojê bimirin"

Serokê Kûluba Diyarbekirsporê yê wê heyamê Adnan Okturen got ku di şamiyoniya Diyarbekirsporê ya wê demê da keda Okkan gelek e.

Okturen destnîşan kir ku Okkan yekî xwînşîrîn bû, têkîliya wî bi gel ra baş bû û ji bo gelê herêmê di nav hizûr û aramiyê da bijî jî gelek hewl da. 

Piştî şehîdkirina Okkan gelek malbatan navê wî li zarokên xwe yên nû hatin dinyayê danîn û Okturen got ku ev jî nîşan dide gelê herêmê çiqas ji wî hez kiriye.

Okturen ragihand ku ji Okkan ra çend caran agahiyên îstixbaratî yên ku wê wî bikujin hatiye gotin lê wî gotiye "Bila Diyarbekirspor bibe şampiyon û em dotira rojê bimirin" û axaftina xwe wiha domand: "Wî şampiyontiyê nedî lê me tevlî malbata wî qupayê bir ser gora wî û diyarî wî kir. Okkan ji Diyarbekirê gelek hez kiribû û wî tevlî malbata xwe ji bo Diyarbekirê hewl dida."

 "Wî qupaya dilan a vî bajêrî rakir"

Berdevkê Kûluba Diyarbekirsporê Alî Yilmaz got ku di wan salan da ew wek alîgir li trîbunan cih digirt û wiha pê da çû: "Dema gol dihat avêtin Okan bi fitbolîstan ra kêf dikir. Wî ji Diyarbekir û şêniyên wê hez kir û Diyarbekiriyan jî ji wî pir hez kirin. Wî pir xwest ku qupaya şampiyontiyê bilind bike lê emrê wî têr nekir. Wî qupaya dilan a vî bajêrî rakir, wî hezkirina gel qezenc kir. Li ciwanan xwedî derket û berê wan da werzîşê. Xwezî îro ew di nav me da bûya."

 "Em minetdarê wî ne" 

Zafer Zungurê li ser kolana ku Okkan lê hat şehîdkirin firneya wî heye got ku piştî Okkan dest bi kar kir hemû deriyên ewlehiyê li Diyarbekiriyan hat vekirin.

Zungur ragihand ku Okkan ji bo çareseriya derd û kulên şêniyên bajêr hewl dida û gelek fedakarî kir û wiha domand: "Xwedê ewladên wêrek û bixêr ên mîna Gaffar Okkan bike para me hemûyan. Dema Gaffar Okkan hat ser wezîfeyê îspat kir ku Diyarbekirî ji bo dewleta xwe canê xwe bi qurban dikin û ji herkesî ra qala vê kir. Em ji ber vê minetdarê wî ne."

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE