Şehîdê Mavî Marmaray

Galaya belgefîlma li ser Ali Haydar Bengi li Diyarbakırê hat kirin 

Şehîdê Mavî Marmaray

Di 2010an de ji bo ambargoya israîlê ya li ser filistînê bê rakirin ji çar aliyên cîhanê aktîvîstan berê xwe dabû filistînê. di wê rêwîtiyê de ji türki̇yeyê 10 dilxwazên alîkariyê jî di êrîşên israîlê de canê xwe ji dest dabûn. ji bo alî haydar bengîyê ku di wê êrîşa israîlê de canê xwe ji dest da belgefîlmek hat amadekirin. galaya wê jî li Diyarbekirê hat kirin 

Sal 2010 de bû. Ji bo alîkariya Filistînê û rakirina ambargoya ku Israîlê danîbû ser Filistînê ji çar aliyê cîhanê aktîvîstan berê xwe dabû Filisitînê. Di wê rêwîtiya ji bo alîkariyê de, aktîvîst rastî êrîşa Israîlê hatibûn û 10 welatiyên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dabûn. 

Ji saziyên sivîl Ayderê û Weqfa Dawet û Biratiyê li ser  Alî Haydar Bengîyê Diyarbekirî belgefîlmek da amadekirin û ew bi bîr anîn. 

Galaya vê belgefîlmê li Amedê hat kirin. Qelebalixeke mezin beşdarî galayê bû û lê temaşe kir. 

Di bernameyê de Qurana pîroz, îlahî û helbestên Kurdî jî hatin xwendin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE