Şehîdê sivîl hat definkirin

Alîkarê Pisporê Dahatiyê Cihan Güneşê Şehid li Manisayê hat definkirin

Şehîdê sivîl hat definkirin

Şehîdê sivîl ê operasyona kaniya aştiyê hat oxirkirin. berikê hawanê ket Akçakaleya Rihayê. Alîkarê Pispor ê dahatiyê Cîhan Gûneş şehîd ket. şehîd li Salîhliya Manisayê hat definkirin.

Ji bo şehîdê sivîl Cihan Gûneş merasîma ewil li Rihayê hat lidarxistin.

Cenazeyê şehîd bi balafirê hat şandin bajarê wî Manîsayê.

Ji bo Şehîd Cihan Gûneş li Mizgefta Hamidiyê ya Salihliyê piştî nimêja esrê nimêja cenazeyê hat kirin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî beşdarî merasîmê bû.

Cenazeyê şehîd piştî nimêjê li şehîdgeha Goristana Karaağaçê hat definkirin.

Cihan Gûneş 31 salî bû. du sal beriya vê wek alîkarê pispor ê dahatiyê tayînî rihayê hatibû kirin.

Gûneş, ev nêzî salekê li Akçakaleyê bi wezîfeya demkî dikir.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE