Şehîdkirina 13 welatiyan ên li Garayê di îfadeya du terorîstan da jî hat eşkerekirin

Îfadeya du terorîstên ku li Garayê sax hatin girtin wek dîmen ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî va hat parvekirin

Şehîdkirina 13 welatiyan ên li Garayê di îfadeya du terorîstan da jî hat eşkerekirin

Artêşa Türkiyeyê ji bo îmhakirina mewzî, sitargeh û depoyên PKKya rêxistina terorê û berterefkirina terorîstan li bakurê Iraqê Herekata Pencik Qertel-2yê kiribû. Îfadeya du terorîstên ku li vir sax hatin girtin wek dîmen ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî va hat parvekirin.

Terorîst Dogan Geçgelê navê wî yê kod "Merjaz Botan"ê di herekatê da hat girtin daxuyand ew di Adara 2014an da berşdarî rêxistinê bûye.

Dogan Geçgel got li Garayê li herêma Siyaneyê welatiyên di şikeftekî da dîl hatibûn girtin û wiha îfade da:

"Em heşt kes bûn, tunel ji ber ku dirêj û bifetil bû deriyê din nedihate xuyanê. Ya rasttir derva xuya nedikir. Yanê em li wir heta saet heftan sekinîn. Dema em ji bo derbasî kamelyayê bibin ji wir derbas bûn me dît ku gule berdane serê wan û kuştine ew dîl li erdê ne. Beriya ez derkevim derva min jî li ber xwe dida û dengê eskeran a digotin 'teslîm bibe' dibihîst. Ji bo ku ez teslîm bibim min ji eskeran ra got 'ez derkevim derva, teslîm dibim".

Eskeran ez hildam ba xwe. Cuma Bîlîkiyê ji fermandariya qada Garayê ji hevalê navê Sorej bû ra gotibû ku, "Heke operasyon were ser vê derê bira tu hêsîrek ji vir sax dernekeve, teslîmî malbata xwe nebe.' û ferman dabû. Min bihîstibû ku gotin wan bikujin. Sorej gotibû. Min ev bi van guhan bihîstibû. Paşê teslîmî eskeran bûm."

Telîmat dabû "Dema operasyon were kirin rehîneyan înfaz bikin, bikujin"

Osman Acerê bi "Şervan Korkmaz" tê zanîn ê hat derdestkirin jî diyar kir ku di sala 2012an da tevlî PKKya rêxistina terorê bû.

Terorîstê PKKyî di îfadeya xwe da got ku di 2020î da li "girtîgeha Garayê" hat wezîfedarkirin û wiha pê da çû: "Heke operasyonek were kirin, tiştek bibe û hêza piştgir neyê rehîneyan înfaz bikin, bikujin. Telîmat dabûn ku polês, esker û serbazên rehîne yên Tirk bikujin. Wisa gotibû û di 10ê sibata 2021î da operasyona ber bi Roj Başê dest pê kir. Paşê vegeriya çend kesên din hilda ba xwe û çû cem hêsîrên girtî. Çû cem esker û poêsên Tirk, hemûyên wan înfaz kir. Pevçûnê dewam kir, çend rojan wisa dewam kir û paşê Botan Navend teslîm bû, piştî wî ez teslîm bûm."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE