Tirkiye, îro şehîdên xwe yên batmanê oxir dike. Li 8 bajaran dê merasîmên cenazeyê bên lidarxistin. Şehîd wê li îzmîr, amasya, isparta, samsun eskîşehîr û kirikkaleyê bên definkirin.
Li Batmanê, teqemeniya ku terorîstan binaxkiribû dema derbasbûna wesaîda leşkerî de teqiya. Di teqînê de 8 leşker şehîd bûn û leşkrek jî birîndar bû.
Cinazeyên 4 şehîdan doh hatibûn şandin memleketên wan.
Îro jî piştî xebatên tespîtkirina nasnameyan 4 cenaze hatin şandin bajarên wan.
Ji bo şehîdan li 7 bajaran wê piştî nimêja înê merasîm bê lidarxistin. Li Îzmîrê jî cinaze dê piştî nimêja esrê bên definkirin.
Nav û bajarên şehîdan wisa ne.
Binefser Ömer Yiğit Ulus İzmir, çawişê pispor Özgürcan İnce Enqere, Neşet Gök Eşkîşehîr, Yahya Şen Kirikkale, Ali Hekim İsparta, Uğur Göksu Samsun, Süleyman Aydin Amasya û Okan Dinçer jî Balikesîrî ye.
Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 15:21