Şaredarê Ceylanpinarê Evdilla Aksak û Midûrê Perwerdeyê Mehmud Demîrbîlek ji bo 2 zarokên Şehîd; Mezlum û Elîfê çûn serdana dibistana wan. Ji bo her du şehîdan merasîmek hat lidarxistin.
Di roja 2yem a Operasyona Kaniya Aştiyê de, rêxistina terorî PKK/YPGê roket avêtibû Serêkaniya Rihayê.
Di êrîşa xayînan de 2 zarok, Elîf û Mezlum jî şehît ketibûn.
Şaredarê navçeyê Evdilla Aksak û Midûrê Perwerdeyê Mehmud Demîrbîlek ji bo sersaxiyê çûn dibistana şehîdên biçûk.
Xwendekaran jî ji bo bîranînê sireyên wan bi kulîlkan xemilandin, derbarê wan de bîranînên xwe vegotin.
Terorîstan ew her du zarok şehîd kirin.
Hevalên wan jî ditirsin ku tiştek bi wan were.