Şehîdên Kulpê li dû xwe çîrokên biêş hîştin

Kesên ku di êrîşa terorîstên PKKyî ya li Kulpa navçeya Diyarbekirê hat kirin da mirin, li dû xwe çîrokên biêş hîştin.

Şehîdên Kulpê li dû xwe çîrokên biêş hîştin

Kesên ku di êrîşa terorîstên PKKyî ya li Qulpa navçeya Diyarbekirê hat kirin da mirin, li dû xwe çîrokên biêş hîştin.

Li Kulpa navçeya Diyarbekirê duh 5 kesên ku diçûn êzingan berhev bikin, dema ji rê derbas dibûn ji ber teqandina teqemeniyekê desteçêkirî ya ji hêla terorîstên PKKyî va hat teqandin da şehîd bûbûn.



Duh li devera çiyayî ya taxa Guleçê ya Qulpê gundî Sedat Hazar (39), Burhan Tanrikulu (38), Ahmet Erboga (32), Alaattîn Yildiz (50) û Haci Akdenîz (50) li wesayîtekê siwar bûbûn ku herin êzingan berhev bikin, lê di êrîşê da şehîd bûn ku niha malbatên wan şîna wan digirin.

Sedat Hazar li dû xwe jina xwe ya bi navê Miyaser, kurê xwe yê Talat (18) ê ku kerr e û nabihîze, qîza xwe Zeynep (16) a ku di pola 12yan da xwendekar e, kurê xwe Vedat (17) û Fırat (13) ê ku xwendekarê pola 8an e hîşt.

Sedat Hazarê ku mala wî kirê bû diya xwe Cevahir (77) û xwîşka xwe Munasîpê (46) ya ku çavê wê nabînin jî xwedî dikir.

 "Min perçeyên cesedan xiste poşetan û anî"

Şazîl Hazarê apê Sedat Hazar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand biraziyê wî Sedat ji bo debara mala xwe bike şev û roj dixebitî.

Hazar got biraziyê wî yekî durist û girêdayî malbata xwe bû û wiha axivî: "Min perçeyên cesedan xiste poşetan anî. Xwedê vê hovîtiyê neyne serê Misilmanan. Kafir jî tiştekî wiha nakin. Xwedê û Qur'anê qebûl nake. Xwedê vê tiştê bîne serê wan kesên ku ev tişt kirin."
Hazar diyar kir, ew li bendê ne ku dewlet xwedî li êtîman derê û wiha dewam kir: "Heke dewlet xwedî li me dernekeve, em nikarin hev xayî bikin."

Miyesera jina şehîd Hazar jî wiha axivî, "Rewşa me ya aboriyê nebaş bû. Di karên rojane da dixebitî. Xwedê heqê wî nehêle."

Vedatê kurê wî jî diyar kir ku bavê wî ew ji bo xwendinê şand Edeneyê û wiha dewam kir, "Ez ji edaleta Xwedê ra dihêlim û hewaleyî Xwedê dikim. Em ê li dinyaya din rastî wan werin."

Ji dergûşa xwe ya 4 mehî têr nebû û hat kuştinê

Ji şehîdan Ahmet Erboga (32) jî yek jê Bedirhanê kurê xwe yê 4 mehî, bi tevahî 5 zarok li dû xwe hişt û ji wan têr nebû.

Heremsî EWrbogaya jina Ahmet Erboga diyar kir ku mêrê wê debara malê ji daristanê bi berhevkirina êzingan va dikir û wiha dewam kir:

"Mêrê min ji min ra, ji zarokên xwe ra û ji cînarên xwe ra pir baş bû. Ji me pir hez dikir û seba me dixebitî. Şevek beriya şehîdbûna wî, me bi hev ra çayê vexwar, sohbet kir. Ji ber ku sibetirê zûtirî çû kar, min ew nedît. Serê sibê saet 07.00î da birayê min li min geriya û paşê haya min ji bûyerê çêbû. Kesên ku ev bûyer kirine bira xêrê nebînin. Ev bela anîn serê me."

Haci Erbogayê birayê wî jî qala nefreta ku li dijî rêxistina terorê pê ra heye kir û wiha got:

"Em ê vê wehşeta hat kirin tu carî ji bîr nekin. Min parçeyên birayê xwe li erdê dît, ez ê vê qet ji bîr nekim. Daxwaza min ew e ku careke din wehşeteke wiha çênebe. Em ji dewleta xwe dixwazin ku kujeran bibîne. Jin û zarên wî jî tev em pêrîşan bûn. Xwedê belayê bide wan. Êşa me mezin e, serê me sax be. Her tim sivîlan dixin hedef."

 "Dewleta me hêzdar e, xuna wan li erdê namîne"

Umrettîn Yildizê birayê Alattîn Yildiz (50) jî diyar kir ku kekê wî her roj ber destê sibê diçû komkirina daran.

Yildiz destnîşan kir ku ji ber bûyerê êşa wan gelekî mezin e û wiha pê da çû: "5 biraziyên min êtîm man. Dewleta me hêzdar e, xuna wan li erdê namîne. Em bi dewletê bawer in, ew xuran wan li erdê nehêle. Ev bûyera tu carî nayê jibîrkirin, dest û milên wan li der û dorê belav bibûn. Ev tu carî nayê jibîrkirin. Xwedê ew ê cezayê vê bide wan. Yên ku ev kirin zalim in."

 "Ma wehşeteke wiha tu dibe?"

Mîzbah Akdenizê kurapê Haci Akdeniz (50) got ku 2 zarên kurapê wî êtîm man û wiha axivî:

"Çawa qetlîameke wiha dikin? Ez ê tu carî wan efû nekim. Li Meclisê bin jî ez ê hesabê vê bipirsim. Êdî PKK û HDP tu carî nikarin werin cem me. Ez ê vê êşê qet ji bîr nekim. Ev merivên bêguneh bûn. Ma wehşeteke wiha tu dibe? Li dinyayê tiştekê wiha tune, êdî bes e. Ji vê şûnda kî bide pey PKK û HDPyê ez ê ji wan hesab bipirsim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE