Şehîdên perwerdeyê

Li Diyarbekirê 12 sal berê di êrîşa terorî ya pkk’ê de, 6 ji wan xwendekar, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şehîdên perwerdeyê careke din hatin bibîranîn.

Şehîdên perwerdeyê

Li Diyarbekirê 12 sal berê di êrîşa terorî ya pkk’ê de, 6 ji wan xwendekar, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şehîdên perwerdeyê careke din hatin bibîranîn.

3yê Çileya sala 2008an bû.

Terorîstê PKK’ê Erdal Polat, li navçeya Yenîşehirê, dema serwîsa leşkerî derbas dibû, li ber dersxaneyê wesaîta bombebarkirî teqand.

Di teqînê de xwendekar; Ridvan Suer, Eren Şahîn Eronat, Ferhat Mutlu, Melek Îpek, Mehmet Salih Ekincî, Engîn Taşkaya û ji weliyan Cengiz Kaya şehid ketin.

Midûriyeta Perwerdeyê ya Diyarbekirê, ji bo şehîdên perwerdehiyê merasîma bibîranînê li darxist.

Dayika Eren Şahin Eronat û parlamentera AK Partiyê Oya Eronat, endamên saziyên civakî yên sivil, mamoste û xwendekar beşdarî merasîmê bûn.

Parlamenter û dayika Eren Oya Eronat: “Zarokên me ji me stendin. Lê em daxwaz dikin ku dayikên ku li ber avahiya HDP’ê nobeta ewladên xwe digirin bigihîjin zarokên xwe.”

Dia hatin kirin û fatîha hat xwendin.

Êşa malbatên ku zarokên wan li ber dersxaneyê şehîd ketin hêj teze ye.

Di bûyera terorî de 73 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran yek jî Vedat Bora bû.

Vedat Bora: Ev birîn di dilê me de hê jî teze ye. Belkî em êşa xwe îro germ dikin lê belê dîsa bila di hafizeya gel de neyê jibîrkirin.”

Li cihê bûyerê qeranfîl hatin dayin. Merasîma duyem li Konferansa Eren Şahin Eronat hat lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2020, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE