Şehîdên êrîşa terorî hatin bibîranîn

Di 26emîn salvegera qetlîamê de li Miksê, ji bo lanetkirina terorê meş hat lidarxistin.

Şehîdên êrîşa terorî hatin bibîranîn

Rêxistina terorî pkk’ê beriya 26 salan beriya niha li Zozana Sündüzê ya Vanê 24 kes bi awayekî hovane şehîd kirin. Ji cangoriyên êrîşê 14 kes zarok bûn. Ew 24 kes hatin bibîranîn.

Li ser gora wan qurnefîl danîn û ji bo şehîdan dia kirin…

Ji wan 14 heb zarok, 24 kes beriya vê bi 26 salan li Wanê, bi destê rêxistina terorî PKKê hatin qetilkirin.

Şehîd di salvegera êrîşê de hatin bibîranîn.

Komkujiya mezin li zozana Sündüzê ya Miksa Wanê, di 18ê Tîrmeha 1993yan de hat kirin.

Terorîstan êrîş bir ser gundiyên ku heywanên xwe diçêrandin.

14 jê zarok, 24 kes qetil kirin.

Di 26emîn salvegera qetlîamê de li Miksê, ji bo lanetkirina terorê meş hat lidarxistin.

Ji ciwanan bigirin heta pîrekan bi sedan kesan, bi alaya Tirkiyê nalet li terorê anî.

Kesên ku beşdarî meşê bûn paşê li ser gora şehîdan li hev civiyan.

Di bernameya bibîranînê de ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin. Mêvan pişt re li pêşaneyê geriyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE