Şehîdên Sarikamişê tên bibîranîn

Xwendekaran ji bo bîranîna şehîdan nobeda temsîlî girt

Şehîdên Sarikamişê tên bibîranîn

Çalakiyên ji bo yadkirina bûyera sarîqamîşê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji zanîngeha kafkasê bi qasî 500 xwendekar ji bo bibîranîna şehîdan tevî ala û meşaleyan heta şehîdgeha sarîqamîşê meşiyan û li wir nobeda temsîlî girtin.

Çalakiyên ji bo bibîranîna şehîdên Sariqamîşê dewam dikin.

Vê carê xwendekarên Zanîngeha Kafkasê ji bo bibîranîna şehîdên xwe daketin qadê.

Bi qasî 500 xwendekarên zanîngehê, tevî mamosteyên xwe ji bo yadkirina şehîdan li navenda bajêr hatin bal hev.

Xwendekarên ku di destê wan de ala û meşale hebûn, bi qasî 2 kîlometre meşiyan û li Şehîdgeha Sariqamîşê civiyan.

Li virê piştî xwendina Sirûda Neteweyî û Qur’ana Pîroz Xwendekaran ji bo bibîranîn şehîdan nobeda temsîlî girt.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE