Şehîdên Şirnexê li pey xwe serpêhatiyên bi jan hîştin

4 karkerên li Silopiya navçeya Şirnexê di êrîşa terorîstên PKKyî da hatin şehîdkirin li pey xwe serpêhatiyên bi keder hîştin.

Şehîdên Şirnexê li pey xwe serpêhatiyên bi jan hîştin

4 karkerên li Silopiya navçeya Şirnexê di êrîşa terorîstên PKKyî da hatin şehîdkirin li pey xwe serpêhatiyên bi keder hîştin.

Li texma Girê Kurtik ê li Gorumluya bajaroka Silopiya navçeya Şirnexê terorîstên PKKyî êrîşî pîkapa sivîlan a ji saziya rê çêdike ra mazot dibir kiribûn, di êrîşê da 4 karker şehîd bibûn. Ji bo Emîn Erogul, Haci Atîlla, Nesîm Bektaş û Osman Tuncay merasima cinaze hat kirin. Cinaze li gundan wan hatin definkirin.

Piştî qetlîamê 9 zarok êtîm û histûxar man. 4 zarên Atîlla, 3 zarên Bektaş û 2 zarên Tuncay êtîm man. Hat ragihandin ku hê çilê cêwiyên Bektaş derneketiye.

- Dayikên şehîdan giriyan

Eqrebeyên karkerên ji bo nanê xwe qezenc bikin di îşaeta rê da dixebitîn û di êrîşa terorîstan hatin şehîdkirin di merasima cinazeyan da bi Kurdî zêmar lorandin.

Haci Atîlla û Emîn Erogulê pismamên hev li gundê Akçakocayê hatin definkirin. Sadiye Atîlla û Şîrîn Erogula dayikên şehîdan hevdu hembêz kirin û giriyan.

- Heman qeder hat serê zarên wan jî

Atîllayê bavê 2 qîz û 2 kur bi tevahî 4 zarokan hê dergûş bû bavê wî di qezayê da çûbû rihma Xwedê. Bi şehîdbûna Atîlla Mîraça 7 mehî, Bunyamînê 4 salî, Evrîma 5 salî û Tulaya 7 salî jî êtîm man.

- "Ji bo malbatên xwe çûbûn xebatê"

Taybet Erguna ji gund diyar kir ku Atîlla di dergûşiya xwe da êtîm ma û wiha pê da çû:

"Qet bavê xwe nedît, diya wî ew mezin kir. Mirina bavê wî qeder bû. Ew tiştekê din e. Em vê qebûl nakin. Normal bimira em evqasî li ber xwe nediketin. Ji bo malbatên xwe çûbûn xebatê. 4 fîdanên zirara wan nehigîşt tu kesî çûn. Dil û kezeva me dişewiteç Em êrîşê şermezar dikin."

- "Herdu pismam li rexê hev hatin definkirin"

Îbrahîm Ozkanê pismamê şehîdan diyar kir ku pismamên wî ji bo xebatê çûn Silopiyê û wiha axivî: "Li rê teqîn çêbûye. Herdu pismam li rexê hev hatin definkirin. Rihma Xwedê li wan be."

Abdusselam Oralê hevalê Erogulê Şehîd yê polê jî got merivekî zehf baş bû û wiha pê da çû: "Min hetanî vê rojê tu nerindiyeke wî nedît. Merivekî devliken bû, dihat hezkirin. Ji bo nanê xwe qezenc bike çûbû. Xwedê sebrê bide malbata wî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE