Şehîdên xwe ji bîr nekirin

Ji bo bîranîna 7 şehîdan navê wan li pirtûkxaneyê kirin

Şehîdên xwe ji bîr nekirin

Li Midyadê xebatkarên xwendekar û mamosteyên lîseyê şehîdên xwe jibîr nekirin. Xwendekaran ji bo bibîranîna şehîdan pirtûkxaneyek vekir û navê wan da pirtûkxaneyê. Bi saya vê pirtûkxaneyê wê navê 7 şehîdan neyê jibîrkirin.

Xwendekarên Midyadî şehîdên xwe ji bîr nekirin û ji bo bîranîna wan pirtûkxaneyek vekirin.

Xwendekaran bi piştgiriya mamoste û gelek saziyan bi sedan pirtûk dan hev û di lîseya xwe de pirtûkxaneya şehîdan vekirin.

Vekirina pirtûkxaneyê bi merasîmeke fermî hat kirin. Şaredar, Qeymeqam, gelek rayedarên bajêr û mêvan tevlî merasîmê bûn.

Bi vê pirtûkxaneyê dê navên şehîdan ên Şehîdê Hezên Taybet Tufan Kansuva, Polîsê Şehîd Velit Bektaş, Polîsê Şehîd Erkan Kurşun, Mamosteyê Şehîd Necmettin Yilmaz, Mamosteya Şehîd Aybûke Yalçin, Mamosteyê Şehîd Aydin Acun û Sivîlê Şehîd Eren Bülbül heta hetayê neyên jibîrkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE