Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Emê bi her awayî piştgiriyê bidin Libnanê"

Guterres li brîfîngeke ku beşdarî bû da behsa teqîna li Beyrûdê kir û got him ji ber vê teqînê, him ji ber pirsgirêkên aboriyê û him jî ji ber şewba vîrusa koronayê li Libnanê rewşeke xiran heye.

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Emê bi her awayî piştgiriyê bidin Libnanê"

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres piştî teqîna li Bendera Beyrûdê daxuyand ew li gel gelê Libnanê ne û wiha got: "Emê bi her awayî piştgiriyê bidin Libnanê."

Guterres li brîfîngeke ku beşdarî bû da behsa teqîna li Beyrûdê kir û got him ji ber vê teqînê, him ji ber pirsgirêkên aboriyê û him jî ji ber şewba vîrusa koronayê li Libnanê rewşeke xiran heye.

Guterres daxuyand ew li gel gelê Libnanê ne û wiha got: "Emê bi her awayî piştgiriyê bidin Libnanê."

Guterres bangî civaka navneteweyî jî kir ku ew piştgiriya gelê Libnanê zêde bikin û got NY di hemû qadan da piştgiriyê dide li vî welatî. 

Banga "Reform"ê

Sekreter Guterres ji bo xwepêşandanên li Libnanê tên kirin jî wiha axivî: "Di nav rewşeke wiha biêş û xeyalşikestî ya dirêj da hêrsa gelê Libnanê eşkere ye. Divê dengê gelê Libnanê bê bihîstin."

Guterres got divê teqîna li Beyrûdê baş bê lêkolînkirin, ji kesên berpirsyar in hesab bê pirsîn û ji ber daxwazên gelê Libnanê jî divê reform bên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE